Erebîstana Siûdî ji bo Yemenê plana aştiyê pêşkêş kir

Li Yemenê şerê deshilatê ku navbera artêşa Yemen û Husiyên ku piştevaniya xwe ji Îranê digrin de, welat ji hev xistiye. Erebîstana Siûdî jî ji 2015’an ve bi awayekî aktiv rola xwe di şerê li Yemenê de heye.

Siûdiyê, ji bo dawî anîna şerê li welat, planek aştiyê pêşkêş kir. Husî ji planên bifikarin, hikumeta Yemenê ku di qada navnetewî de tê naskirin jî piştevaniya planê kir.

Ev 7 salin li Yemenê şer ranewestiyaye.

Ax ji xwînê têr bûye, lê hikumeta Yemen û Husiyên piştevaniya xwe ji Îranê digrin ji hêrsa deshilatê têr nebûne.

Di nava vê rewşê de civak li ber linga diçe.

Erebîstana Siûdî ya ku ji Adara 2015’an ve bi piştevaniya xwe ya hikumeta Yemenê re roleke aktiv di aloziya li welat de dileyîze dixwaze çareseriyek pêk were.

Siûdî di bin çavdêriya NY de plana xwe ya agirbesta li Yemenê pêşkêş kir.

Li gorî planê, balefirxaneya li paytext Sanaa careke din were vekirin û veguhestina xurek û sotemeniya li bendera Hudeyda jî careke din were despêkirin.

Her wiha tê gotin, çekdarên Husî jî bi awayekî raste rast di hevdîtinan de amade bin.

Plan ji aliyê Pirensê Siûdî û Wezîrê Karê Derve Feysel Bin Ferhan el Siûd ve hate ragihandin.

Bi erêkirina Husiyan re ev plan wê bikeve meryetê.

Siûd ji bo vê yekê jî bang li hikumeta Yemen û aliyê Husiyan kir.

Husî: Tiştek nû di planê de nîne

Lê gotûbêjkerê sereke yê Husiyan Mihemed Ebdulselam daxuyakirin ku plana ji aliyê Riyadê ve hatiye pêşkêşkirin, tişteke nû di nava xwe de nagire.

Ebdulselam vekirina balefirxane û benderan weke mafekî mirovî binav kir û got,

Nabe ev yek weke pergaleke zextê were bikaranîn.

Hikumeta Yemen: Em bi plana Siûdî re ne

Hikumeta Yemenê ya ku di qada naventewî de tê naskirin jî piştevaniya xwe ya ji bo peymanê ragihand.

Ev 7 salin bi destwerdana hêzên derve, li Yemenê şerê heyî didome.

Li gorî daneyên NY, ji ber şerê navxweyî yê li yemenê krîza herî mezin ya mirovî ya li cîhanê derketiye.

Li welat ji 20 milyonan zêdetir pêwistiya wan bi alîkariyê ye.

Ev yek jî dike ji sêyan du yê niştecihên welat.

Heta niha hemû hewildanên li qada navnetewî ya ji bo rawestandina şerê li welat encam negirtine.

Back to top button