Stoltenberg: Rûsya helwesteke êrîşkarî nîşan dide

NATO xwe li hermberî Rûsya sor kiriye. Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg careke din êrîşî Rûsya kir û got;

Di nava salên dawiyê de Rûsya helwesteke êrîşkarî dişopêne û berpirsyarê vê yekê jî Serokê Rûsya Putîne.

Jens Stoltenberg beriya civîna NATO ya pêk tê, doh daxuyaniyeke çapemeniyê lidar xist.

Li ser pirsa beriya niha Serokê DYA Joe Biden ji bo Serokê Rûsya Putîn gotina “qatil” bikar anî, hûn wê gotinê wê bikar bênin yan na, Stoltenberg wiha got:

Di nava salên dawiyê de, Rûsya li dijî Gurcistan û Ukrayna rêbazeke êrîşkariyê meşand.

Bi vê yekê re destwerdan li nava hevalbendên NATO dike û ji bo vê yekê jî zextê dike.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg weke berprisyarê vê yekê Putin destnîşan kir.

Her wiha anî ziman ku ew ji agahiyên ku Rûsya ji bo kuştina leşkerên NATO yên li Efxanistanê xelat dide, bifikarin.

Ev hemû nayên pejirandin.

Emê hem rêya danustandin û hem jî rêya parastinê bişopînin.

Back to top button