Dagirkeran 7 sivîl ji gundê Bsofanê yê Êzîdiyan revand

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan didomin.
Dagirkeran bi ser gundê Basûfanê yê Êzîdiyan de girt û 7 sivîl revandin, li navçeya Şêrewa jî jinek birîndar kir.
Her wiha çete zextê li şêniyan gundê Qîbarê yê Êzîdî dikin ku ola xwe biguherin.

Her diçe sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê li dijî Efrîna dagirkirî zêde dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku 12’ê Adarê li navçeya Şêrewa çeteyan bi ser gundê Basofanê yê Êzîdî girt û 7 sivîl revandin.

Ji bo standina pereyan Çeteyan şêniyên bi navê :

Cûme Salih 20 salî

Mihemed Nasir 60 salî

Teysîr Cemo 25 salî

Mihemed Nasie Şêxo 70 salî

Sebrî Heyder 62 salî

Derwîş Erebo

Heyder Ibrahîm 23 salî revandin.

Li Bilbilê dagirkeran ji du sivîlan 3 hezar dolar standin

Li navçeya Biliblê jî, çeteyan du sivîlên bi navê Mihmed Xelîl Osman û Mihemed Sîdo Kelo revandin.

Li gorî Rêxistinê, çeteyan piştî çend rojan ji her sivîlekî hezar û 500 dolar ji wan standin û ew hatin berdan.

Li navçeya Şêrewa çeteyan jinek birîdar kir

Li gundê Beîyê yê Şêrewa çeteyan êrîşî jina bi navê Hemîde Misto kir û di lingê wê de birîndar kir.

Li gorî rêxistinê, ji ber ew jin, zewca keça xwe ji çeteyekî re red kir, çeteyan êrîşî wê kir.

Dagirker zextê li şêniyên gundê Qîbarê yê Êzîdî dikin ku ola xwe biguherin

Di çarçoveya pêkanîna guhartina demografî û qirkirina etnîkî, dewleta Tirk û çeteyên wê zext li ezîdîyên mane dikin da ku bibin musliman.

Malpera Afrinpost diyar ku çeteyên bi navê “Ehbabûllah” yên tundrew, şêniyên gundê Qîbarê di bin gefxwarinan neçar dikin ku ola xwe berdin û tevlî ola Îsalmê bibin.

Back to top button