Li Serêkaniyê ya dagirkirî wesyîteke bombebarkirî teqîya, kesek hat kuştin

Li rojhilatê Serêkaniyê a dagirkirî wesyîteke bombebarkirî teqîya, di encamê de kesek hat kuştin 4 jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê erebeyek bombebakirî li ser rêya Sînaa li rojhilatê bajarê Serêkaniyê teqiya.

Hate diyar kir ku teqîn li nêzî navenda çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” pêk hatiye.

Her wiha di teqînê de kesek hat kuştin 4 jî birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya du rojan navenda bajêr bi moşekan hatibû hedefgirtin.

Di navê de 4 zarok û 2 jin bi giştî 11 kes miribûn, her wiha 5 çete hatibûn kuştin û 6 kes birîndar bûbûn.

Back to top button