Nobeta Emîne Şenyaşar û kurê wê ev 15 roj in didome

Çalakiya bi daxwaza “Edaletê” ya Emîne Şen-yaşar û kurê wê ya li ber Edliya Rihayê di roja 15’emîn de dewam dike. 

Çalakiya rûniştinê a Emîne Şenyaşar û kurê wê ya bi daxwaza “edaletê” di 9’ê Adarê de, hat destpêkirin.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe ev 15 roj in li ber Edliyeya Rihayê banga pêkanîna edaletê dikin.

18’ê Adarê Çalakiyan Emîne û kurê wê Ferît ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Emîne û kurê xwe ji serê sibehê ve li ber edliyê nobeta ”Edaletê” dikin û bang li her kesî dikin ku piştgiriya çalakiya wan bikin.

Çalakiya ”Nobeta Edaletê” ya Emîne û kurê wê bi biryar-dariyeke mezin didomîne.

Dayîkên Aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşar

Meclisên Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê, çûn serdana Emîne Şenyaşar û kurê wê kirin.

Di serdanê de li ser navê dayikan Dayika Aştiyê Raîfe Ozbek axivî û diyar kir ku ew li cem Emîne Şenyaşar in û wiha got:

Li vî welatî heq, hiqûq û edalet nameye. Bila êdî kes nemire û zilm û heqaret li kesî nebe. Bila ev neheqî bi dawî bibe û daxwazên dayikên bên qebûlkirin.

Back to top button