Rewşên pêketin û zêdebûna vîrûsa corona li herêmên bakur û rojhiatê Sûriyê zêde bûne. Ji bo rêgirtina li ber vê yekê û parastina pêkhateyê herêmê ji vîrûsê îro li dergeha Sêmalka navendeke tendûristiyê hat vekirin.
Ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrosa corona û parestina herêmê ji vîrusê xebat didomin.
Îro li dergehê Sêmalka navendeke tendûrûstî ji aliyê navenda Sûrî ya Lêkolîn û Diyalogê û bi aliyîkariya hêzên ewlekariya hunderîn hat vekirin.
Derbarê projeyê û vekirina navenda tendiristiyê, Rêvebirê Navenda Sûrî ya Lêkolîn û diyalogê Dr. Nasir Haj Mensûr diyar kir ku armanca vekirina navendê parastina herêmê ji vîrûsê ye.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 103 kesên din bi Coronayê ketin
Ev gav hem wextî zêdebûna pêketiyên vîrosê li herêmên bakur û rojhlatê sûriyê pêk hat.
Ku herî dawî îro desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 103 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên jiyana xwe ji dest dane mêrek ji Hesekê û Jinek ji Dêrikê ye.
Ciwan Mistefa piştrast kir ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê ji 103 kesên bi vîrusa koronayê ketine 58 mêr in û 45 jî jin in.
Bi van daneyan re hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 9 hezar û 221 kesan ji wan, 358 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 274 kes baş bûne.