Di nava 2 salan de li Îsraîlê welatî 4 carin diçin ser sindoqan

Li Îsraîlê ku hilbijartina pêşwext pêk tê, krîza koalîsyênê careke din lipêşe.
Paşeroja Hikûmeta Îsraîlê wê bi dengê 6,5 milon welatiyan diyar bibe..
Di nava 2 salan de îro cara 4. welatî ji bo hilbijartina giştî çûn ser sindoqan.

Buroya Statîstîkê ya navendî destnîşan kir ku ji sedî 87 hilbijêrên mafdar Cihu ne, ji sedî 11 oldarin, ji sedî 17 Ereb in û ji sedî 5 jî Xiristiyanên Erebin.

39 lîste ji bo 120 kursiyên Kinêsêt (parlemana Israîlê) di pêşbirkê dene.

Li gorî raya giştî ya Îsraîlî fersenda serkeftina 13 lîsteyan heye.

Partiya rastgir ” Likud ” bi serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu heta niha cihê xwe di pêşiya partiyên siyasî de digire.

Û bi partiya dijber ” Pêşerojek heye” ku Yair Lapid serokatiya wê dike, di nava pêşbirkê de ye.

Dengdan wê saet 21:00’an li gorî dema herêmê bêne girtin û jimartina dengan wê despê bike.

Li gorî Komîteya Hilbijartinên Navendî partiyên ku dixwazin endamtiya Knesset bikin, pêwîste benda hilbijartinê ya ji sedî 3.25 derbas bikin.

Back to top button