Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê: Wê dengdana ji derveyî welat pêk neyê

Meclisa Komîsyeriya Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê ragihand ku wê dengdana ji derveyî welat pêk neyê.

Meclisê diyar ki rku ku piştî çend civînên li ser lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Iraqê ya ji bo Iraqiyên derveyîl welat û guftûgoyên pêwîst ên li gel aliyên peywendîdar biryar hate dayîn dengdana derveyî welat pêk neyê.

Meclîsê bibîr xist ku li gorî jimara 9 ya yasaya hilbijartinê ya sala 2020’an, ji bo dengdana derve pirsgirêkên darayî, teknîkî û yasayî li pêşiya tomarkirina dengdêran çêdibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Iraqê wê di 10’ê Cotmeha 2021’an de hilbijartina parlamentoya Iraqê pêk were.

Back to top button