Cenazeyê 2 şehîdan li goristana şehîd Dicle hatin oxirkirin

Bi sedan xelkên Kobanê û Dirbêsiyê cangoriyê azadiyê yên di şerê li Eyn Îsa her wiha dema li ser erkê xwe bûn şehîd bibûn li goristanên şehîdan hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, şehîd Mûstefa Şêx Muslim bi nasnav Kendal Kobanê di 18’ê Adarê de dema li ser erkê xwe bû li DêraZorê û Yasîn Afceyî bi nasnav Çekdar Partîzan di şerê Eyn Îsa de di 19’ê Adarê de şehîd bûbûn..

Merasîm li goristana şehîd dicle hate li darxistin,

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin axaftin ji aliyê QSD’ê, kongira star û meclisa girê spî ya leşkerî hatiye kirin..

Kesên axivîn jî sersaxî ji malabata şehîdre xwestin û soza şopandina riya wan dan..

Piştre nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatê wan kirin..

Di dawiyê de, merasîmê her 2 şehîdan di nava silogana de spartin axê.

Cenazeyê şehîd Yasir El-Abdullah bi merasîmekê li goristana Sirinê hat oxirkirin

Şervanê QSD’ê Yasir El-Abdullah bi nasnav El-Omeyrî yê ku 20’ê Adarê di li berxwedana Eyn Îsayê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû .

Bi sedan şêniyên navçeya sirînê ya kobanê berê xwe dan goristana şehîdan ya li navçeyê ji bo tevlî merasîmê şehîd bibin..

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin, axafitin ji aliyê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD’ê û şaredariya bajarê sirînê hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan..

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin..

Di dawiyê de cenazeiyê şehîd Yasir di nava diruşmeyên “Şehîd namirin” de spartin axê.

Cenazeyê şehîd Beşar birîj bi merasîmekê li goristana Rustem Cûdî hat oxirkirin

Bi sedan xelkên bajarê dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD’ê Beşar Birîj ku dema li ser erkê xwe yê leşkerî bû şehîd bû li gorisana şehîd Rûstem Cûdî oxirkirin..

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Saziya Malbatê Şehîdan û Hêzên Sûrya Demokratî QSD’ê hatiye kirin..

Kesên axivîn jî sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan..

Piştre, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin..

Cenazeyê şehîd beşar di nava tilîliyên dayikan û sloganên dilsoziyê bi şehîdan re, hate oxirkirin.

Back to top button