​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Serkeftina li Baxozê gava yekemîn bû

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî serkeftina QSD û koalîsyonê ya li Baxozê bi bîr anî û got ev serkeftin gava yekemîn bû.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi boneya salvegera duyemîn a tunekirina DAIŞ’ê li bajarokê Baxozê ku baregeha dawî di destê wê de mabû peyamek li ser tiwîttera xwe parve kir.

Peyaman Mezlûm Ebdî wiha ye:

“Em lehengiya QSD û Koalîsyona ku 2 sal berê li Baxozê li dijî DAIŞ’ê şer kir, bi bîr tînin. Lê şer neqediyaye, xebatên jinûve avakirinê ji bo pêşîgirtina li vejîna DAIŞ’ê girîng e.

Serkeftin gava yekemîn bû, paşê jinûve avakirina civaka me, zêdekirina piştgiriya navneteweyî ji bo Rojava ye.”

Back to top button