Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl berxwedana Eyn Îsayê wesif kir û got: “Rihê serkeftina Newrozê nû kir.”
Aldar Xelîl bi Tewiterekê wiha got: “Berxwedaniya serkeftî ya Eyn Îsa giyanê serkeftina Newrozê nû kir. Ev berxwedaniya ku hêza xwe ji Garê û Kobanê û Efrînê digire. Faşîzma Erdogan û Bexçelî piştî binkeftina Garê cardin bi bin dikeve û hêviyên tolhildanê ji dest bir.“
Xelîl wiha gotina xwe bi dawî kir: ” Silav ji bo her kesên ku li Eyn Îsa ber xwe dan û beşdarî serkeftinê bûn.“