Li Heleb û Laziqiyê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li Heleb û Laziqiya, ji ber êrîşên domdar ên di navbera wan û çeteyên dewleta Tirk de, 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di encama êrîşkirina çeteyan li ser gundê Bisrton yê Helebê de, çekdarekî bi ser hikûmeta Şamê ve hat kuştin.

Li gundewarê Laziqiyê jî, ji ber teqîna bombeyeke çandî li eniyên şer, leşkerekî Şamê piştî bi giranî birîndar bûbû, hat kuştin.

Her wiha hêzên Şamê yên li Sehil El-Xab a Hemayê jî bi mûşekên êrîş bir ser Kornêt rêya di navbera gundê Himîmat û Hemîdiyê de.

Li Himsê 2 zarok ji ber bermahiyên şer birîndar bûn

Li aliyekî din, heman çavkaniyê ragihand ku ji ber teqîna bombeyeke bermahiyên şer li gundê Dimîna yê Himisê, 2 zarok bi giranî birîndar bûn.

Li başûrê Dêrazorê 4 kesên alîgerên hêzên hikumetea Şamê hatin kûştin

Li aliyekî din, li herêma Şol ya li başûrê gundewara Dêrazorê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê û alîgerên wê kirin.

Li gorî çavdêriyê, di encama êrîşan de 4 endamên alîgerên hêzên hikumetê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Li rojhilatê Dêrazorê ji ber teqîna mayîna DAIŞ’ê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Şikiyê yê rojhilatê Dêrazorê jî di encama teqîna mayînekê de zarokê bi navê Umer Mihemed El Silêman jiyana xwe ji dest da

Li gorî nûçeya ANHA’ê,ew zarok dema ku bi bermahiyên şer ên DAIŞ’ê dilîst, mayîn pê de teqiya û yekser jiyana xwe ji dest da.

Back to top button