HRW: Divê dewlet welatiyên xwe yên li kampa Holê wergirin

Rêxistina Human Right Watch bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên li Kampa Holê wergirin û rêkarên qanûnî derbarê kesên ku gumana endamtîya DAIŞ’ê li ser wan heye, bigirin.

Rêxistina navdewletî duh raporek derbarê kampa Holê de belav kir, tê de diyar kir, ku tevî derbasbûna nêzî 2 salan di ser têkbirina DAIŞ’ê re, hîna derdora 43 hezar kesên girêdayî DAIŞ’ê, bi erêkirina welatên xwe, li kampê ne.

HRW destnîşan kir ku ev kes heta niha li ti dadgehê nehatine dadgehkirin, ji lew re dema mabûna wan li kampa Holê, nedestnîşankirî ye.

Rêvebera beşê aloziyan a HRW Lita Taylor, bang li hikumetên van girtiyan kir ku têkevin tevgerê û welatiyên xwe yên bêguneh vegerînin, her wiha yên ku sûc kirine jî, digel rêkarên qanûnî, wergirin.

Back to top button