Rûsya ji Tirkiyê xwest 3 dergehên li jêr dagirkeriya xwe veke

Rûsya mukur tê ku rewşa welatiyên Sûriyê li jêr dagirkeriya Tirkiyê dijwar e, lewma banga vekirina 3 dergehên sînor li dewleta Tirk kir.

Ajansa Nûçeyan a Rûsî “Tass” ragihand ku Cîgerê Berdevkê Navenda Himîmîm ya girêdayî Wezareta Parastina Rûsî Aleksandr Karpov daxuyand, ji ber rewşa mirovî ya dijwar li Sûriyê, Rûsya ji Tirkiyê xwestiye ku dergeha Seraqib û Mîznaz ên li Idilb û Ebû Zêdîn ya li Helebê werin vekirin.

Karpov diyar kir, divê ev yek di dîroka 25’ê vê Adarê de, bikeve tevgerê.

Li gorî Karpov, di van dergehan re, divê hem alîkariyên mirovî derbas bibin, hem jî xelk karibin ji wan herêman derkevin.

Back to top button