Kongra Star konê çalakiyê ji bo 5 rojan li Qamişloyê veda

Kongreya Star ji bo zelalkirina rewşa tendurstiya Rêber Abdullah Ocalan, konê çalakiyê li Qamişlo veda.

Kongreya Star bi beşdariya bi dehan jin li Baxê Arî yê bajarê Qamişloyê konê çalakiyê ji bo 5 rojan vegirt.

Di çalakiyê de, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û bêdengiya CPT hatin şermezarkirin û teqezî li ser berdewamiya çalakiyan hat kirin.

Hat gotin ku, dem dema azadiya Rêber Apo e û ew ê heta azadiya Rêbertî ranewestin.

Back to top button