Çîçeka Sûrî derqanûnî li irkiyê hat darizandin

Çiçek Kobanê a ku di ber xaka xwe Sûriyê de şer dikir û ew diparast, bi birîndarî ket destê çeteyan û ew revandin Tirkiyê. Çîçek ku niha li Girtigeha Rihayê ye, cezayê heta hetayê yê girankirî lê hat birîn. Bi vê yekê jî dewleta Tirk weke her car qanûnên navnetewî û mirovî binpê dike. 

Weke ku welatiyeke wê be, Tirkiyê cezayê heta hetayê lê keça Kobanê birî.

Dadgeha dewleta Tirk a bajarê Rihayê li (Çiçek Kobanê), ya li Girtigeha heman bajarî girtî ye, cezayê heta hetayê yê girankirî birî.

6. rûniştina doza Çiçek, ku ew bi deng û dîmen tevlî bû, li Dadgeha Cezayên Giran a 5 pêk hat.

Çîçek Kobanê bi îdiaya “Yekîtiya dewletê xera kiriye” û “mirov kuştine” Cezayê heta hetayê yê girankirî û bi ser de jî 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li hatin birîn.

Jixwe Çîçek Kobanê ango Dozgîn Temo ji bajarê Kobanê ye û di ber parastina xaka xwe Sûriyê de birîndar bû, tam 23 Çileyê 2019 li gundê Mişêrfa yê Eyn Îsayê, gava dûvikên dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê anîn ser herêmê.

Bi wê birîndariyê, Çîçek ket destê çeteyan û ew revandin Tirkiyê.

Bi vê biryara dadgeha dewleta a dagirker re, ne qanûn man ne jî mafên mirovan..

HRW, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan 3 Sibata vê salê, raporek weşand û tê de girtin û revandina 63 welatiyên Sûrî ber bi Tirkiyê ve belge kir.

HWR got:

Dewleta Tirk bi awayekî ne rewa welatiyên Sûrî li pêşberî dadgehên xwe dide rûniştandin û cezayên wekî yên heta hetayî jî li wan dibire.

Parêzer dibêjin, girtina Çîçek neadilane ye, nemaze ew ne Tirk e û dadgeh neheqî û zilim li jina ku hatiye revandin û gefa kuştinê li hatiye xwarin jî kiriye.

Awayê revandina Çîçek dûrî pîvanên mirovî bû, ev dîmen jî kirinên DAIŞ’a ku desteka xwe ji Tirkiyê dibe, tîne bîra mirovan…Piştre bi dehan çete weke dirindeyan, di nava wan de serçeteyê bi navê Yasir Ebdullrehîm li dora Çîçek kom bûn û wêneyek pê re kişandin.

Hefteyek û şûn de jî, wêneyekî din ê Çîçek li nexweşxaneyeke Rihayê û destê wê kelpçekirî, hat biparvekirin.

Li vir pirsa herî xwe dide pêş ew e, “gelo çawa Çîçek Kobanê dixwest xaka Tirkiyê parçe bike???”

Back to top button