KCD, DBP, TJA û HDP: Bi mîlyonan kesî di Newrozê de azadiya Ocalan xwest

KCD, DBP, TJA û HDP’ê civîna nirxandina cejna Newrozê lidarxistin û diyar kirin ku di Newrozê de bi milyonan kesên daketin qadan daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin. Hate diyarkirin bi mîlyonan kesên ku daketin meydanan û peyama li dijî polîtîkayên qirêj û êrişan dan.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê ku bi beşdariya milyonan kesî pêk hat li navenda giştî ya DBP’ê a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de spasîya kesên beşdarî Newrozê bûn hat kirin.

Di civînê de destpêkê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî.

Ozturk anî ziman ku gelê kurd pîrozbahiya Newroza îsal di bin siya êrişên desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê de li dar xist û got:

“Desthilatdariyê di salek dawî de polîtîkayên qirêj li dijî gelê kurd bi rê ve bir. Lê belê bi milyonan xelkê me ji Stenbolê heta Amedê daket meydanan û peyama ’em li dijî van polîtîkayên we yên qirêj û êrişên we va li vir in’ dan. Bi milyonan kes li meydanan gotin ‘Rêberê me Ocalan e û ji bo aştiya Tirkiyê navnîşan Ocalan e’. ”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku bi milyonan kes di Newrozê de daket meydanan û peyamên pir eşkere dan û got:

“Me di serdemek ku êriş li ser destkeftiyên gelê kurd hene Newroz pîroz kir. Peyamên herî zelal û girîng ên li qadan rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan bû û daxwaza azadiya wî bû. Bi milyonan kes navnîşana çareseriyê Îmrali nîşan dan. Her wiha peyamên berxwedan, têkoşîn, azadî û yekîtiyê jî hatin dayîn. Xelkê me bi yek dengekî li dijî hewldana girtina HDP’ê ku li ser fikrên Ocalan hatiye avakirin jî derket.”

Parlamenter Semra Guzel jî li ser navê TJA’yê axivî û got:

“Jinan li meydanan li dijî qirkirin, tundiya li ser jinan dengê xwe bilind kirin û li dijî tecrîdê azadî parastin. Jinan bi dengek bilind hêrsa xwe li dijî betalkirina Peymana Stenbolê jî anî ziman.”

Endamê Melîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara jî anî ziman ku Newroza îsal di serdemek dîrokî de pêk hat û diyar kir divê peyamên ciwanan ên li qadan rast werin xwendin.

Back to top button