Herî zêde germbûna cihanê wê bandor li Afrîka bike

Beşeke mezin ya ji welatê Afrîka ku ji ber feqîriyê diperpite, niha bi germahiya zêde re rûbirû mane.

Xebatên koma pisporan a Panêla Guherîna Avûhewayê a Navhikûmetî (IPCC) ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan didin ku germbûna global demeke pir nêz de wê derbeke giran li Afrîkayê bide.

Di rapora 2014’an ya IPCC’yê de ev rastî hatibû destnîşankirin.

Di rapora wê demê de hatibû gotin ji ber germbûna cîhanî wê li bakur û başûrê Afrîkayê baran pir kêm bibe, li Rojhilat û Neverasta Afrîkayê jî baran zêde bibe.

Di raporan de tê diyarkirin li wan herêmên Afrîkayê ku peravên xwe bi Deryaya Spî re hene şilî heta sedî 20 kêm bibin.

Ev jî wê bandora li ser Çola Sahrayê ya li başûr bike.

Pêşbîniyên sala 2014’an van salên dawî li Fas û Cezayirê pêk hatin û şilî pir kêm bû.

Van deh salên pêşiya me ev ê zêdetir diyar bibe, li gorî pêşbîniyan li Namibya, Botsvana û Zambiya û gelek welatan germahî bi giştî bi qasî 4 pîleyan wê zêde bibe.

Back to top button