NY: Li 20 welatan 34 milyon kes birçî ne

Li cîhanê hişyarîya birçîbûnê tê kirin.
NY hişyarî da ku di mehên pêş de wê li zêdetirî 20 welatan pirsgirêkên giran ê birçîbûnê derkeve û got;
“34 milyon kes birçî ne.”

Li nava 20 welatên cihanê birçîbûn alarmê lê dide.

Li gorî nûçeya rojnameya Guardianê, Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) li ser welatên birçîbûn lê zêde ye, rapora ku amade kirî eşker kirin.

Rêxistinan dan zanîn ku 34 milon kesên birçî di rewşa awarte de ne û rewşeke giran ya birçîbûnê dijîn.

Rêvberê Giştî yê FAO Qu Dongyu got:

Alarima rewşa zehmet lê dide.

Ji bo rizgarkirina jiyana mirovan pêwiste bilez bikevin tevgerê.

Her wiha rewşa birçîbûnê ya li Nejîriya, Yemen û başûrê Sûdanê jî bi ” karasat” binav kir.

Rêveberê Bernameya Xurekan ya Cîhanê David Beasley jî got:

Li pêşiya çavê em, em felaketekê dibînin.

Birçîbûna ku bi şer re despêkirî, bi pandemî û ecêbmayîna guherînên avhewayê re ma.

Niha jî ev birçîbûn destê xwe li derê milyonan malbatî dide.

Xuya dike, piraniya herêmên ku zehmetiyên birçîbûnê dibînin li parzemîna Afrîkayê ne.

Efganistan, Sûriye, Libnan, Haîtî û herêma Deryaya Karîbî jî di lîstê de ne.

Rêxistinan diyar kir tekane rêya rizgarkirina jiyana bi milyonan malbat ji birçîbûnê, bi têkoşîn û xwe gihandina civakên di nava rewşên zehmet û bexşînê de ye.

Back to top button