
Desteya olî ya Êzdî a Şengalê diyar kir ku hewldana dagirkirina Şengalê berdewamiya qirkirina Êzdiyan e û got: “Em ê bi tevahî hêza xwe bersiva van gefan bidin.”
Desteya olî ya Êzdî li goristana Çiyayê Çilmêra ya Şengalê daxuyaniyek da, pilanên dagirkirina şengalê şermezar kir:
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Plana dagirkirinê, komployeke Kazimî û hikumeta wî ye, ku armanc tune-kirina Êzdiyan e. Eger êrişek li dijî Şengalê pêk were, Kazimî berpirsiyarê wê ye.
Pilanên dagirkirina Şengalê, berdewamiya qirkirina Êzdiyan e.
Weke oldar û zanyarên olî emê tu carî radestî kesî nebin û çiyayê Şengalê radestî tu kesî nakin.
Emê bi hemû derfetên heyî têkoşîn bikin, Şengalê biparêzin.”
Di daxuyaniyê de bang li ciwan, jinan û tevahî pêkhateyên Êzidî yên Iraq û cîhanê hat kirin ku li dijî plan û êrişên hewldana dagirkirina Şengalê bisekinin.