Mancron: Tirkiye wê destwerdanê di hilbijartina li Fransa de bike

Hê salek ji bo hilbijartina li Fransa re maye, lê ji niha de Tirkiye hate hişyarkirin ku destwerdanê neke.
Serokomarê Fransa Macron diyar kir ku Tirkiye wê destwerdanê di hilbijartina li welat de bike û got,
Divê destwerdan di hilbijartina li welat de neyê kirin.
Her wiha şaredariya Strasboûrgê jî ragihand ku Erdogan mizgeftan fînanse dike.

Hikumeta Fransa ji tevgera dewleta Tirk ya destwerdana di karûbarên welatên din de bifikare.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî ev yek di dema beryameyek ya qenala France 5 de zanî ziman.

Emmanuel Macron li ser dosyaya ku qenalê ji gotinên Erdogan amade kirî, axivî û got:

“Diyare wê di hilbijartina pêş de destwerdanek were kirin.

Ev gefxwarin û nivîs ne sergirtî ne.”

Macron îşaret bi têkoşîna xwe ya li dijî fikrên “Îslamî yên cudakariyê” kir û diyar kir ku Tirkiye bi rêya dezgehên çapemeniyê yên welat dest bi belavkirina nûçeyên şaş kir.

Ev yek jî bi piştevaniya fona ku Qeter ji bo çend qenalên mezin dide pêk hat.

Serokomarê Tirkiye Erdogan 2017’an jî di hilbijartina Almanya de destwerdan kiribû û ji welatiyên eslê xwe Tirk û li Almanya dijî daxwaz kiribû ku dengê xwe bidin Angela Merkel.

Erdogan bi tewana destwerdana di hilbijartina li Almanya de hate sucdarkirin.

Macron: Divê cihê Tirkiye yê di NATO de were zelalkirin

Serokomarê Fransa balkişand li ser hewildanên derxistina tevliheviyên ku dewleta Tirk li Rojhilatê Derya Spî dixwaze pêk bîne û got;

“Fransa zelale.

Dema li Rojhilatê Derya Spî tevgereke yekalî pêk hat me şermezar kir û keştiyên me ketin tevgerê.”

Macron anî ziman ku NATO bi têra xwe li gel Enqerê ne zelale û got, divê cihê Tirkiye ya di NATO de were zelalkirin.

Partiya Keskan a Fransa: Erdogan mizgeftan fînanse dike

Li aliyekî din şaredariya Strasboûrgê ku partiya Keskan (EELV) lê serdest e û Janne Barseghîan şaredar e, ji bo peydakirina zêdeyî 2.5 milyon euroyî ya ji bo avakirina Mizgefta Eyyup Sûltan a projeya Mîllî Goruşê pejirand.

Ev mizgefta ku nêzî desthilatdariya Tirk e, bi redkirina şertê pîvanên li Fransayê yên li ser Îslamê, balê dikişîne.

Eger ev mizgeft bê çêkirin wê bibe mizgefta herî mezin a li Ewropayê.

Ev yek li qada siyasetê bû sedema nerazîbûnan.

Back to top button