Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî şêniyek revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Cîlikê yê Girê Spî bi ser mala welatiyekî de girt û bi tawana ku bi QSD’ê re kar dike, dîl girt.

Li herêmên dagirkirî jî kirinên çeteyên dewleta Tirk li dijî welatiyan dewam dikin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê 18’ê Adarê li gundê Cilikê yê Girê Spî çeteyan bi ser mala şêniyê bi navê Mehmûd Ebdo El-Mihacir de girtin û ew revandin.

Hate zanîn ku ku Ebdo El-Mihacir bi tawanbariya ku bi QSD’ê re kar dike, hat revandin û çeteyan ew birin navenda Girê Spî.

Her wiha heta niha tu agahî jê nehatine wergirtin.

Back to top button