HRW: Bila YE zextê li Tirkiyê bike ku dawî li binpêkirinên li dijî HDP’ê û Kurdan bîne

Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (HRW) raporek derbarê binpêkirinên dewleta Tirk li dijî HDP’ê û Kurdan belav kir û bang li YE kir ku zextê li Tirkiyê bike ku dawî li êrîşên xwe yên li ser muxalefetê bîne.

Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (HRW) derbarê rewşa li Tirkiyê û zextên ku dewleta Tirk li ser civakê dike raporek belav kir.

HRW diyar kir ku dewleta Tirk ya bi serokatiya Erdogan mafên pêkhateyên cuda yên li Tirkiyê binpê dike, piraniya tundûtîjî û binpêkirinên çêbûne jî li dijî Kurdan e.

Hat gotin jî ku di nava 30 salên borî de dewleta Tirk 5 partiyên nêzî Kurdan girtine û 687 kes ceza kirine.

Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (HRW) bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku têkiliyên xwe ya bi Tirkiyê re li berçavan re derbas bike û zextê lê bike ku dawî li êrîşên xwe yên li ser muxalefetê bîne.

Back to top button