MERAL DANIŞ BEŞTAŞ: DAXWAZA BERXWEDÊRAN DAXWAZA GEL E

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, dewlet dixwaze bi rêya tecrîdê serî li gelê Kurd bitewîne û got;
Hikumet bi rêya êrîşan dixwaze berxwedana grevên birçîbûnê asteng bike.
“Li her derê rojeva sereke tecrîd e. Ji ber daxwaza berxwedêran daxwaza gel e.”

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş berxwedana grevên birçîbûnê nirxand:

Meral da zanîn ku çalakiya Leyla Guven di roja 130’emîn de ye û got,

AKP’ê bi hevdîtinekê û berdana Leyla Guven xwest dawî li çalakiyên greva birçîbûnê bîne.

Lê hukumet bi ser neket û ne karî gel ji daxwazên wan dur bixwe.

Ji ber grevên birçîbûnê çalakiyek herî rewa ye.

Dewlet ji tecrîd û çalakvanên di çalakiyê de ne, berpirsyare.

Dewlet neçare jiyana welatiyên xwe biparêze û ji bo vê yekê çi pêwîst bike divê demildest were pêkanîn.”

‘ROJEVA HER KESÎ TECRÎD E’

Beştaş destnîşan kir ku rojeva sereke ya her kesî tecrîd û grevên birçîbûnê ye û ev tişt got:

Li her tax, kuçe û malan rojeva sereke tecrîd û çalakiyê grevên birçîbûnê ne.

Dawî kirina tecrîdê daxwaza mîlyonan mirovan e.

‘WÊ DÎROK NÎŞAN BIDE, KÎ BIÇE Û KÎ BIMÎNE’

Beştaş bal kişand ser zext û êrîşên li ser HDP’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî:

Dewlet bi êrîşan û dorpêçan dixwaze li gel çongan bide çikandin û çavê gel bitirsîne.

Em ê bi çend êrîş, binçavkirin û girtinan paş de gav ne avêjin.

Herî dawî Erdogan ferman daye ku cihê me li vî welatî tune ye û divê em axa xwe biterikînin.

Ez jî vê yekê ji Erdogan re dibêjim, tu kê ji ku derê derdixî?

Wê dîrok nîşan bide wê kî biçe û kî bimîne. Em li vir in û em ê li vir jî bimînin.”

Leave a Reply

Back to top button