Rûsya û Tirkiyê li ser rewşa Heleb û Idlibê li hev kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku wan têkildarî rewşa Idlib û Helebê peymanek bi dewleta Tirk re mohr kiriye.

Li gorî wezareta parastinê ya Rûsya, peyman îşaret pê dike ku ji 25`ê vê mehê ve, dê li bajarê Heleb û Idlibê yên li Sûriyê wê 3 dergeh werin vekirin.

Li gorî daxuyanê artêşa Rûsyayê ji dewleta Tirk xwest ku berpirsên topbarankirina Helebê ya beriya çend rojan bibîne.

Ku di encama wê topbaranê de asta nakokiyê di navbera her du aliyan de zêde bû.

Back to top button