Stoltenberg: Mijara Rûsya hate nîqaşkirin

Civîna Wezîrên Karên Derve ya welatên endamên NATO bi dawî bû.
Sekereterê Giştî yê NATO Dtoltenberg got, di rûniştina dawiyê de li ser Rûsya nîqaş hatin kirin.
Her wiha Wezîrê Karê Derve yê DYA Blinken ji hempîşeyê xwe yê Tirk Çavûşoglu xwest ku S-400’ên Rûsî di destê xwe de nehêlin.

Ev 2 rojin li Brukselê civîna wezîrên Karên Derve yê 30 welatên endamê Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) pêk dihat.

Civîna îro di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg piştî civînê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Jens Stoltenberg diyar kir ku di rûniştina dawiyê de wan li ser mijara Rûsya nîqaş kirine.

Stoltenberg îşaret bi têkliyên nebaş yên bi Rûsya re kir û wiha got:

“Tevî hemû hewildanên danustandinên salan, lê Rûsya hem li hindir û hem jî li derve êrîşkariya xwe zêde kir.”

Sekreterê Giştî yê NATO anî ziman ku Rûsya hîna bi zextan dixwaze mixalîfan bêdeng bike û îşaret bi girtina mixalîfê Rûs Aleksey Navalny kir.

Jens Stoltenberg banga serbest berdana xwepêşandêrên di çalakiyên aştiyane de hatine girtin kir.

Her wiha Stoltenberg diyar kir ku Moskova di heman demê de veguhestin û hêza xwe ya leşkerî zêde dike û ragihand ku wê “berisva NATO bihêz û bibiryar” be.

Blinken ji bo Tirkiyê: S-400 di destê xwe de nehêlin

Her wiha di navbera civînê de Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavûşoglu re civiya.

Ev jî bû yekemîn civîna ku rû bi rû ya navbera aliyan de.

Blinken di hevdîtinê de ji wezîrê Tirk re got,

Pêwiste hûn S-400’ên Rûsî di destê xwe de nehêlin.

Blinken têkildarî hevdîtinê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Çavûşoglu jî hevdtina navbera aliyan de piştrast kir.

Çavûşoglu îdia kir ku ewa li ser mijara Efxanistan, Qibris, Rojhilatê Derya Spî, Sûriye, Iraq û Lîbya axivîne.

Back to top button