Li Til Temirê 4 çeteyên Tirkiyê hatin birîndarkirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rawa de, bersiva êrîşên domdar ên dagirkeriya Tirkiyê da û di encamê de, 4 çete hatin birîndarkirin.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê daxuyand ku duh di seat 8’an de, hêzên wan bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê da û bagireke wan kir armanc.

Li gorî Meclisê, ev êrîş li gundê Erbeyîn ê bakur-rojavayê navçeya Til Temirê yê li nêzî rêya M4 pêk hat û tê de, 4 çete hatin birîndarkirin û bagir jî hat rûxandin.

Artêşa Tirk gundê Girkê Zêra yê qamişlo hedef girt

Doh jî dewleta Tirk sewalên gundê Girkê Zêra yê bajarê Qamişloyê bi guleyan hedef girt.

Di encama gulereşandinê de, 3 sewal telef bûn û 9 sewal jî birîndar bûn.

Şêniyên gund bang li aliyên peywendîdar kirin ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin.

Back to top button