Li Mûsilê li Rêzeçiyayên Qereçoxê, jimarek DAIŞ’î hat kuştin

Li rêze-çiyayên Qereçoxê yên li aliyê parêzgeha Mûsilê, 18 stargehên çeteyên DAIŞ’ê hatin rûxandin û jimareke çete jî hat kuştin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqî, roja Çarşemê ragihand ku hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî li dijî 18 stargehên çeteyên DAIŞ’ê 13 operasyon pêk anîn.

Ev operasyon, li rêze-çiyayên Qereçoxê yên li aliyê parêzgeha Mûsilê çêbûn û di encama wan de, her 18 stargeh hatin rûxandin û gelek DAIŞ’î jî hatin kuştin.

Back to top button