“Liwa El-Qudis ya bi ser Rûsya ve êrîşî nuqteyeke hikumetê kir”

Li Dêra Zorê, endamên hêza “Lîwa El-Qidis” yên bi ser Rûsyayê ve, êrîş bir ser nuqteya “Ewlehiya Dewletê” ya hikumeta Şamê.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku endamên hêza “Lîwa El-Qidis” yên feyleqa 5. a bi ser Rûsya ve, êrîşî nuqteya “Ewlehiya Dewletê” ya girêdayî hikumeta Şamê li Dêra Zorê kir.

Ji ber vê êrîşê, di navber herdu aliyan navborî de, şer rû da û tê de, 2 endamên Lîwa El-Qidis hatin kuştin û jimarek ji her du aliyan jî birîndar bû.

Navenda Çavdêriyê her wiha da zanîn ku 3 endamên vê hêzê jî ketin destê hêzên Ewlehiya Dewletê.

Back to top button