Erîfe Bekir: Divê yekser CPT serdana rêber Apo bike

Jinên siyasetmedar ên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber îdiayên li ser jiyan Rêber Apo metirsiya xwe anîn ziman û bang li rêxistinên hiqûqî û komîteyên têkildarî mafên girtiyan kir ku serdana rêber Ocalan bikin.

Dagirkeriya Tirk, ji kevn de bi sûcên bêserûber û sûcên li dijî mafên mirovan tê nasîn.

Îcar berî çend rojan hin dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê idîayên derbar jiyan Rêber Apo de belav kir, li ser vê îdiayê jî kolana Kurdî serî hilda.

Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Erîfe Bekir metirsiya xwe ji israra qedexekirina hevdîtina bi rêbertî re anî ziman û da zanîn ku siyaseta dewleta Tirk wê bi xwe re gelek xeteriyan bîne.

Erîfe Bekir diyar kir ku bawerî bi dewleta Tirk a dagirker nabe, ew dijminê gelê Kurd e, komplo li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anî û li dijî Kurdan komplo berdewam e.

Derya Remedan: Ji bo Rêber Apo divê NY û CPT bi erka xwe rabin

Der barê heman mijarê de, Endama KNK’ê -Rojava Derya Remedan jî anî ziman ku piştî serkeftina li Garê, dewleta Tirk ev îdia bi armanca şikandina vîna gelê Kurd belav kir.

Derya Remedan daxuynd ku Tirkiyê sûcên dermirovî berdewam dike û bang li NY, dadgeha navneteweyî û CPT kir ku bi erkên xwe yên mirovî û hiqûqî rabin.

Back to top button