Riyad Derar: Em hêvî dikin kongre bi ser keve û opozîsyonê bike yek

Bi serperiştiya opozîsyona hundir, tê payîn Şemiyê kongreyeke niştimanî li Şamê li dar keve. Hevserokê MSD’ê hêviya serkeftinê ji vê yekê kir û diyar kir ku eger ev kongre bi ser ket wê kongreyeke giştî paşê li dar bikeve.

Hêzên opozîsyonê, bi serperiştiya Desteya Koordineya Niştimanî ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê, wê Şemiyê Kongreya Rizgarkirina Niştimanî li Şama paytext li dar bixin.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Riyad Derar tevlî bernameya M’a El-Hedes a Ronahî TV bû û “Kongreya Rizgarkirina Niştimanî” bi erênî pêşwazî kir û hêviya serkeftinê ji kongreyê re xwest.

Riyad Derar piştgirî da hemû kongreyên niştimanî, yên dê hemû hêzên opozîsyên ên demokratîk li derve û hindir bikin yek.

Ev projeya hatiye pêşinyarkirin, ji bo lidarxistina kongreyekê ye û em hêvî dikin bi ser keve.

Ev kongre pêwendiyên siyasî bi hêzên opozîsyonê re ava dike.

Ji ber ku pêkahate, partî û kesayetên di nava MSD’ê de jî heman tiştî armanc dikin û hewl didin deskeftiyên demokratîk pêk bînin.

Eger ev kongre bi ser ket, wê paşê kongreyeke giştî were lidarxistin.

Derar da zanîn ku berî niha MSD û Desteya Koordîneyê ango “opozîsyona hundir” li ser reşnivîsa lihevkirinan ku yekîtiya Sûriyê diparêze, li hev kiriye.

Jixwe berî niha Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê teqez kiribû ku ew bi çareya siyasî re ne da ku dawî li aloziyê bîne û armancên niştimanî pêk bîne, her wiha taybetmendiya QSD’ê jî biparêze.

Back to top button