MXDŞ: Li dijî êrîşan emê xwe biparêzin û li ber xwe bidin

Li dijî gef û êrîşên li ser Şengalê îro Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi awayekî awarte li hev civiya. Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn û hat diyar kirin li hember gefên hikumeta Iraqê ewê li ber xwe bidin. Hat gotin êdî wê Şengal venegere beriya sala 2014’an û banga xwedîderketina Şengalê hat kirin.

Îro li dijî gefên Hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê sazî û rêxistinên Şengalê yên di bin banê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê bi awayekî awarte li hev civiyan. Piştî civînê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn û helwesta civaka Êzidî hate eşkere kirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a MXDŞ’ê Rîham Hiço ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin tevî hemû hewldanên çareserîyê ya rêveberiya xweser jî Hikûmeta Iraqê û PDK li ser pêkanîna peymanê israr dikin.

Di daxuyaniyê de berpirsyarên fermana 2014’an hate bibîrxistin û wiha hate gotin;

“3’yê Tebaxa 2014’an Hêzên PDK’ê û yên Iraqê ji Şengalê reviyan. Ji ber vê di pêkhatina fermanê de ew her du hêz berpirsiyarin. Dema ev sûcê dîrokî hate kirin, gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê bi hawara me ve hatin. Me di ber rizgarkirina Şengalê de 390 şehîd dan.”

Hate diyar kirin civaka Êzidî dersên mezin ji fermana 73’an derxistiye û êdî ew nikarin baweriya xwe bi wan hêzan bînin.

Di daxuyaniyê de hewldanên çareseriyê yên rêveberiya xweser hate bibîrxistin û hat gotin;

“Kazimî li şûna guh bide daxwazên Êzîdiyan, bi Tirkiye û PDK’ê re li dijî Şengalê li hev kir û Peyman mohr kir. Em peymana 9’ê Cotmehê weke komployeke li dijî Êzîdiyan dibinin û red dikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî sozên ku daye Êzîdiyan bi cih ne aniye û wiha dewam kir;

“Em gelek caran bi nûnerên Iraqê re civiyan. Hikûmeta Kazimî her carê soz da, lê daxwazên gelê me bi cih neanî. Pirsgirêka Şengalê ne ewlekariye, siyasiye. Çareseriya wê jî dê bi naskirina Statûya xweseriyê çareser bibe.”

Hevdîtina 15’ê Adarê a bi şandeyeke hikumeta Kazimî re hate bibîrxistin û hate gotin,

“Şandeyê diyar kir ewê li ser van daxwazên me bixebitin û ji Rêveberiya Xweser xwestin ku hêzên Asayîşa Êzîdxanê ji Şengalê derkevin û artêşa Iraqê li çiyayê Şengalê bi cih bibe. Ji bo pêkanîna wê jî heya 1’ê Nîsanê dem dabûn. Diyarkirina dîrokê ji bo me watedar e. Ev dîrok roja vekişîna gerîlayên HPG’ê ji çiyayê Şengalê ye.”

Hate gotin ku ew daxwazên Iraqê qebûl nakin û baweriya gelê Êzidî bi hêzên Asayîşê û YBŞ’ê ku hêzeke fermi ya bi ser Iraqê ye, heye.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ew weke welatiyên Iraqê mafên xwe yên destûrî û mirovî dixwazin û hat gotin,

“Em li herêma xwe şer naxwazin. Ev tişt xizmetê ji Iraqê re jî nake. Em ji gefên tu kesî natirsin. Tu hêz jî nikare me vegerîne beriya fermanê. Eger ji derveyî danûstandinê rêbazên din li dijî me werin bikaranîn, emê jî xwe biparêzin û li ber xwe bidin.”

Di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû hêzên Kurdistanî hate kirin ku bi rola xwe rabin û pêşî li şer bigirin.

Back to top button