Dewleta Tirk ji bo armancên xwe xelkên herêmê dixapîne

Dewleta Tirk a dagirker li qada Bektorya ya Heftanînê ji bo çêkirina rêyên leşkerî, xelkên herêmê dixapîne û wan ji bo armancên xwe bi kar tîne. Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bang li kesên ku bi dijmin re kar dikin kir ku li gorî welatparêziyê tevbigerin û bi dijmin re nexebitin.

Dewleta Tirk bi armanca dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê gelek baregehên xwe ava kirine..

Yek ji van baregehan jî Girê Koordîne ya li qada Bektorya ya Heftanînê ye.

Dewleta Tirk niha li herêmê rêkên leşkerî çêdike û hewl dide bi rêya wan baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêdetir bike.

Gerîla jî li hember vê yekê bêdeng namîne û li ber xwe dide.

Dewleta Tirk jî neçar dimîne ku hin kesan ji herêmê bixapîne û ji bo ku bighêje armanca xwe wan bi kar tîne.

Fermandariya Eyaleta Heftanînê: Kesên bi dijmin re dixebitin sûcekî mezin dikin

Fermandariya Eyaleta Heftanînê derbarê vê mijarê de daxuyaniyek da û hişyarî da kesên ku xizmeta dagirkeran dikin.

Fermandariyê diyar kir ku kesên di xebatên çêkirina rêyên leşkerî de cih digirin li dijî gelê Kurd sûcekî mezin dikin.

Fermandariya Eyaleta Heftanînê bang li wan kesan kir ku dest ji xebata bi dijmin re bedin û li gorî welatparêziyê tevbigerin.

Back to top button