Wezîrên Karên Derve yên Fransa, Alamanya û Îtalya serdana Lîbyayê kir

Wezîrên karên derve yên Fransa, Alamnya û Îtalyayê serdana Lîbyayê kirin û piştgiriya xwe ji bo hikûmeta nû anîn ziman.

Îro wezîrên karên derve yên Fransayê Jean-Yves Le Drian, yê Alamnyayê Heiko Maas û yê Îtalyayê Luigi Di Maio bi hev re serdana Lîbyayê kir.

Hersê wezîrên Ewropî bi wezîra karê derve ya Lîbyayê Necla El-Menqûş re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê karê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian got ku hebûna wezîrên Ewropî bi hev re li Lîbyayê nîşan dide ku Yekîtiya Ewropayê derbarê Lîbyayê de yekgirtî ne.

Le Drian piştgiriya Yekîtiya Ewrpayê ji bo hikûmeta Lîbyayê ya nû anî ziman û diyar kir ku niha xebat tê kirin ku hemû çete ji xaka Lîbyayê vekişin.

wezîra karê derve ya Lîbyayê Necla El-Menqûş axivî û destnîşan kur ku divê hemû çete yekser ji xaka Lîbayê derkevin.

Necla El-Menqûş got ku wan bi wezîrên Ewropî re li ser ji nûve vekirina balyozxaneyan li hev kir.

Back to top button