69 parlementerên Ewropayê bang li YE kir ku li diji binpêkirinên li Tirkiyê bêdeng nemîne

Derbarê kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk de, 69 parlementerên Ewropayê bang li rayedarên Yekîtiya Ewropayê kir ku li hember vê yekê bêdeng nemînin.

Bi pêşengtiya parlementer Ozlem Alev Demîrel 69 endamên parlementoya Ewropayê derbarê zextên li Tirkiyê û binpêkirinên mafên mirovan nameyek ji rayedarên Yekîtiya Ewropayê re şand.

Parlementeran betalkirina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî, doza girtina HDP’ê, betalkirina Peymana Stenbolê bi bîr xistin.

Parlementeran diyar kir ku bûyerên rojane yên li Tirkiyê rê li ber fikarên mezin vedike û ji bo Yekîtiya Ewropayê zehmetiyên nû derdixe holê.

Parlementeran gotin ku Yekîtiya Ewropayê li hemberî dewleta Tirk a ku hatiye ber asta dîktatoriyê, divê bi mafên jinan, azadiya çalakiyên siyasî, azadiya ramanê û bi mafên mirovan re be.

Back to top button