Şervanê QSD’ê Mihemed Dawûd bi merasîmekê LI Qamişlo hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo şervanê QSD’ê Mihemed Dawûd bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin..

Şervanê QSD’ê Mihemed Dawûd bi nasnav Tayland Qamişlo ku di encama krîza dil de di 24’ê Adarê de şehîd bû li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat oxir kirin.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, axaftin hatin kirin..

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan..

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin..

Di dawiya mersîmê de şehîd Mihemed Dawûd bi tilîlî û dirûşmeyan spartin axê.

Back to top button