Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan li Kudistan û derveyî welat gel li ser piyan e.
Çalakiya gerva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven, pêl bi pêl li her derê belav bû.
Li girtîgehên dewleta tirk a dagirker 1’ê Adarê hemû girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi grevê kirin.
Şeva din çalakgerê bi navê Zulkuf Gezen gihîşt asta şehadetê.
Carek din polîsên hikumeta faşîst a ku ji cenzayê Gezen jî ditirsiyan bi darê zorê û bê-destura malbatê defin kirin.
Li seranserê bakurê kurdistanê li dijî vê hovîtiyê gel daketin qadan.
Çalakgerê bi navê Zulkuf Gezen 1’ê Adarê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribu.
Gezen şevê din dawî li jiyana xwe anî.
Dewleta tirk a dagirker Cenazeyê Gezen rakirine morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Namik Kemal.
Malbata Gezen ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin hatin Stenbolê.
Malbatê cenazeyê kurê xwe ji nexweşxanê girt û ji Tekîrdagê ber bi Stenbolê ve ketin rê.
Rêveber û endamên rêxistinên HDP’ê yên navçe û bajarên Tekîrdag; Stenbolê û gelek welatî çawan ku agahî bihîstin çûn Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê.
Girseyê bê navber silogana “Şehîd namirin” gotin.
FAŞÎZMA TIRK BI ZORÊ Û BÊ DESTÛRA MALBATÊ CENAZEYÊ ZULKUF VEŞART
Polîsên dewleta tirk a dagirker bi zorê û bêyî destûra malbatê cenazeyê Zulkuf Gezen ji Stenbolê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoy di bin dorpêça maşîne û polîsên zirxî de defin kirin.
LI GELEK BAJARAN JI BO ZULKUF ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN
Li dijî revandina cenazeyê Zulfuk ji aliyê polîsêban ve şêniyên li Bakurê Kurdistanê daketin qadan.
ŞIRNAX
Li Şirnexê bi bihîstina bûyerê re gel daketin qadan û kirinên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û daxwaza pêkanîna armanca çalagerên di grevê de kirin.
WAN
Li Wanê jî deng qêrîna berxwedanê bilind bû.
DERSIM
Ev der jî bajarê Dêrsimê ye.
SÊRT
Navnîşanek din ya çalakiya jî bajarê Sêrtê ye.
MERSIN
Her wiha şeniyên li Mêrsînê jî daxwaza bicihanîn daxwaza çalageran kirin.
ADIYAMAN
Şêniyên Ediyamanê jî li qadan bûn.
ISTENBOL
Xelkê li Stenbolê jî daketin qadan û tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar krin û sersaxî ji malbata şehîd Gezen re xwestin.
IZMIR
Li Îzmîrê jî gel daket qadan.