Yekîtiya Ereban banga şopandina tevgerên Tirkiyê kir

Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban Ehmed Ebû El-Xêz piştrast kir ku tevgerên Enqereyê di çend salên dawîn de gelek tund bûn û hewl da li gelek herêman belav bibe.

Ebû El-Xêz di hevpeyvîneke li gel televîzyona El-Erebiye de got:

“Em nikarin tevgerên dawîn ên dewleta Tirk ên têkildarî aramkirina eniyan bi hinek dewletan re fêm bikin an jî şîrove bikin.

Di çend salên dawîn de tevgerên Enqereyê gelekî tund bûn.”

El-Xêz diyar kir ku Tirkiyê li rojhilatê Deryayê Spî, Yewnansitan, Qibris, Misir, Îsraîl, Balkan, Asyaya Navîn, bakurê Afrîkayê û Kendavê gelek enî vekirin.

Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban da xuyakirin ku niha jî ji ber ku pirsgirêkên li dora wê pir bûne, hewl dide eniyan kêm bike û asta rûbirûmayîna bi gelek dewletan re teng bik.

Ebû El-Xêz destnîşan kir ku heta vê kêliyê dewleta Tirk mudaxeleya bakurê Sûriyê û Iraqê dike û hewldanên mudaxelekirina qada Lubnan, Somalî, Deryayê Sor û Afrîkayê hene.

Ji bo wê El-Xêz banga şopandina rewşê kir.

Back to top button