HIIK: 2020’an li cihanê 21 şerên mezin rûdane

Di nava salên dawiyê de şer û aloziya li cîhanê zêdetir dibe. Di nava 2020’an de li seranserê cihanê 21 şerê mezin û 220 şerê komên çekdar rûdane.

Enstituya Lêkolînên Şer a Navnetewî ya Heidelberg (HIIK) rapora xwe ya salane ku amade kirî eşkere kir.

Rapora ku bi sernavê “şerê Barometresi 2020” hatî amadekirin de hate gotin,

21 şerên mezin û 220 şerên komên çekdar pêk hatiye.

HIIK bibîrxist ku li cihanê di sala 2019’an de tenê 15 şer hatibûn tomarkirin.

Li gorî daneyên saziyê jimara şerê pêk hatî ji sala 2014’an ve daneya herî zêde ye.

Enstituyê diyar kir ku ji despêka salê ve li Başûrê Yemen, Herêma Qerebax a Çiyayî, Komara Kongo ya Demokratîk, Mozanbik, Başûrê Sûdan û Etiyopya şer gur bûne.

Her wiha di dema nêz ya li Rojhilata Navên de jî li Efxanistan, Lîbya, Sûriye, Yemen şer didome.

Di listeyê de êrişên qirkirina etnîkî yên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û şerê rûdide jî cihê xwe digre.

Hêjayî bibîrxitinê ye ku Enstituya Lêkolînên Şer a Navnetewî ya Heidelberg ji sala 1991’an ve li seranserê cihanê derbarê krîz, şer û pevçûnan raporên salane amade dike.

Di amadekirina raporê de li seranserê cihanê zêdeyî 200 zanyar kar dikin.

Back to top button