Buroya Hiqûqû a Sedsalê: Birayê Rêber Apo bi telefonê pê re axivî lê piştî çend deqeyan hat birîn

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan hevdîtina bi telefonê bi wî re pêk anî lê piştî çend deqeyan hevdîtin hate birîn. Buroyê got, “Îro jî em di derbarê rewşa tenduristî ya Birêz Ocalan de dîsa nebûn xwedî agahiyên baş. Serlêdanên me yên hevdîtinê ku ji bo bi Birêz Ocalan re pêk bên wê dewam bikin.”

Buroya Hiqûqê a Sedsalê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan bi telefonê pê re axivîye lê piştî çend deqeyan hevdîtin hatiye birîn.

Buroyê diyar kir ku derbarê rewşa Rêber Ocalan de wan agahiyên zelal bi dest nexistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Malbatên Rêber Ocalan, Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Ataş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, ji bo hevdîtinê bikin ji bo dozgeriyê hatine vexwendin û wiha hat gotin,

“Hevdîtina ku birayê Ocalan pêk anî, piştî demek pir kin qût bû, hevdîtin nehatiye dewam kirin. Dîsa hevdîtina bi Birêz Hamîlî Yildirim re jî pir kin dewam kiriye, lê Birêz Omer Xeyrî Konar û weysî Ataş li dijî mercên tecrîdê nehatin hevdîtinê û ev yek protesto kirin ji bo vê hevdîtina li gel wan pêk nehatiye.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku ji 27’ê Nîsana 2020’ê ve ti agahiyek ji Rêber Ocalan nehatibû girtin û hat gotin weke parêzer herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîn.

Buroyê bibîrxist piştî 14’ê Adara 2021’ê û şûnde ku têkildarî jiyana Rêber Ocalan îdîayên cidî derketin holê û şûnde, ji bo piştrastkirina mijarê, daxwazên hevdîtinê yên rû bi rû ku qanûnî tim kirine lê ti bersivek erênî ji bo vê nehatin dayîn.

“Îro jî em di derbarê rewşa tenduristî ya Birêz Ocalan de dîsa nebûn xwedî agahiyên baş. Serlêdanên me yên hevdîtinê ku li Girtîgeha Îmralî ji bo bi Birêz Ocalan re pêk bên wê dewam bikin. Birêz Ocalan diyar kiriye ku pêknehatina vê daxwazê nayê qebûlkirin û diyar kiriye ku ev yek li dijî hiqûqê ye, piştre jî hevdîtin qût bûye. Em vê mijarê ji raya giştî re radigihînin, rayedaran vedixwînin berpirsyarî û li gorî hiqûqê tevbigerin.”

Back to top button