Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin

Çalakiyên li dijî tecrîdê û yên ji bo azadiya Rêber Apo bê navber dewam dikin.
Parêzerê Rêber Ocalan Rezan Sarica diyar kir ku divê ew biçin Îmraliyê û bang li CPT’î kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
Çalakiyên ji bo azadiya rêber ocalan li bakur û rojhilatê Sûriyê jî didomin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, derbarê îdîayên li ser jiyanan Rêber Ocalan nirxandin kir.

Sarica, diyar kir ku ev îdîayên tên gotin, me dixe nava guman û fikarên mezin û got:

Rejîma Îmraliyê, ji xwe rejîmeke tecrîda girankiriye. Ji ber vê yekê tiştên tên gotin, divê ji rêzê neyên-dîtin û dest-girtin.

Di rewşa heyî de, diviya bû em her heftê biçin hevdîtian muwekîlê xwe. Lê bi tu awayî ev hevdîtin pêk nayin.

Rewşeke ne-diyar û tarî heye. Divê em biçin Îmraliyê û hevdîtin bi Birêz Ocalan re bikin.

Sarica da zanîn ku li ser bersiv ne-dayîna dozger û Wezareta Dadê, 2 caran serî li CPT dan û xwestin ku CPT’i tavilê berpirsiyartiya xwe bi cih bîne û got:

Di rastiyê de, agahiya CPT’î bi her awayî ji Îmraliyê heye.

Divê CPT’î biçe Gireva Îmraliyê û rast rast wê ziyaret bike. Pêwîste li pêşiya hevdîtinên Birêz Ocalan veke û tecrîdê ji holê rabike.

“Divê rewşa tenduristiya Rêber Ocalan eşkere bibe”

Li aliyê din çalakiyên ji bo zelalkirina rewşa rêber ocalan didomin..

Li Qamişlo ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê di roja 2’emîn de didome.

Îro şêniyên navçeyên Amûde û Til Birakê beşdar bûn.

Kesên di çalakiyê de axivîn gotin, divê rewşa tenduristiya rêber Ocalan eşkere bibe û zext li dewleta Tirk bê kirin da ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike.

Çalagerên li Şehba: Heta bihîstina agahiyekê em ê ranewestin

Li Şehbayê jî çalakiya konvedanê ji bo naskirina rewşa Rêber Ocalan û rakirina tecrîdê di roja 8’emîn de dewam dike.

Di bin konê çalakiyê de li ser navê Kongira Star û ciwanan axaftin hatin kirin.

TEV-ÇAND: Heta em ji Rêberê xwe agahiyê wergirin, em ê li qadan bin

TEV-ÇAND’ê jî bi daxuyaniyekê bal kişande ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û got.

Heta ji Rêbertiyê agahiyek were girtin, em ê li her qadan, li her derê çalakiyan bikin û ji vê têkoşînê re pêşengiyê bikin.

Back to top button