Jinên Efrînê darizandina Çîçek Kobanê şermezar kirin

Meclisa Jin a Kantona Efrîn, Yekîtiya Prêzeran a Herêma Efrînê û Rêveberiya Jin a Reqayê bi daxuyaniyên cuda darizandina Çîçek Kobanê şermezar kirin. Di daxuyaniyan de bang li Saziyên Mafên Mirovan hat kirin ku li hember kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.

Li dijî darizandina şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê, çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin..

Di vê çarçoveyê de Meclisa Jin a Kantona Efrîn daxuyaniyek da û kiryarên derheqê Çîçek Kobanê de şermezar kir.

Meclisê bang li Saziyên Mafên Mirovan kir ku li hember kiryarên dewleta Tirk ji bêdengiya xwe derkevin..

Dewleta Tirk nikare kesek dîl girtî darizîne

Yekîtiya Prêzeran a Herêma Efrînê jî bi daxuyaniyekê darizandina Çîçek Kobanê şermezar kir.

Parêzeran diyar kirin ku ne ji mafê dewleta Tirk ku biryaran derheqê kesên dîlgirtî de derxîne.

Her wiha bang li Saziyên Hiqûqî ên navdewletî hat kirin ku ji bo Çîçek Kobanê bikevin nava liv û tevgerê.

”Bêdengiya cîhanê tê wateya hevkariya wan a bi kiryarên Tirkiyê re”

Rêveberiya Jin a Reqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û kiryarên dewleta Tirk ên li hember jinên girtî şermezar kir..

Rêveberiyê bêdengiya cîhanê û Saziyên Mafên Mirovan ya li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kir..

Rêveberiyê diyar kir ku bêdengiya cîhanê li hember van kiryaran tê wateya hevkariya wan bi dewleta Tirk re..

Rêveberiya Jin a Reqayê teqez kir ku heta azadiya Çîçek Kobanê ew ê di nava çalakiyan de bin..

Back to top button