David Braunsteîn: Em ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê li çareseriyeke mayînde digerin

Cîgirê nûnerê Amerîkayê yê taybet ê Sûriyê David Braunstein (Brawnstîn) diyar kir ku Rêveberiya Amerîkayê girîngîyê dide çareseriyeke mayînde ya ji bo Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
David destnîşan kir ku helwesta wan ya li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê nehatiye guhertin.

Ev derdora 4 mehan min dest bi karê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Min serdana gelek herêman kir, ji Dêrikê bigire heta bigihêje Dêra Zorê.

Her wekî ji Qamişlo heta bi Baxozê.

Bi rastî ez li hember coş, wêrekî û hêza şêniyan matmayî mame. Ew mirovin gelekî baş in”.

Bi van gotinan, Cîgirê nûnerê Amerîkayê yê taybet ê Sûriyê David Braunstein xelk û pêkhatiyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa nûçeyan ANHAyê re pênase kir.

Braunstein destnîşan kir ku tişta girîng ji bo wan ew e ku çareseriyeke mayînde hem ji herêmê, hem jî ji giştî Sûriyê re peyda bibe.

Têkildarî beşdarbûna Rêveberiya Xweser di danûstandinên ji bo aloziya Sûriyê de, David Braunstein anî ziman ku ew hewl didin hemû aliyên Sûriyê li hev kom bikin û ew ji bo pêkanîna yekîtiya Sûriyê dixebitin.

Girêdayî êrîşên domdar ên dewleta Tirk li ser herêmê, cîgirê nûnerê Amerîkî
diyar kir ku ew her gurbûnekê ji her aliyekî ve ne guncaw dibînin û bang li hemû aliyan kir ku ji gurkirinê dûr bikevin, vegerin diyalogê û girîngî bidin dîtina çareseriyên siyasî.

Em her gurbûnekê ji her aliyekî ve guncaw nabînin.

Me ji bo misogerkirina agirbestê û rawestandina êrîşan berê kar kiriye û em dê bi şirîkên xwe re karê xwe berdewam bikin.

Em bang li hemû aliyan dikin ku vegerin diyalogê û girîngî bidin dîtina çareseriyên siyasî.

Cîgirê nûnerê taybet yê Amerîkayê yê Sûriyê di dawiyê de, da xuyakirin ku helwesta wan a li hemberî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nehatiye guhertin û ji bo peydakirina ewlehiyê li herêmê hîna alîkariya wan dikin.

Back to top button