Tevgera dagirkern li gundewaên Başûr-Rojavayê Til Temriê zêde bûye

Dewleta Tirk a dagirker hîna jî çavên wê têr nebûne hîna jî dixwaze axa herêmê dagir bike. Ji ber li Eyn Îsayê yek bi dû yekî de diperpitin, dewleta Tirk û çeteyên xwe, berê topbên xwe didin deverên din ên herêmê û vê sibehê piştî êrîşên wê yên duh li dijî navçeya Til Temirê tevgera xwe û çeteyên wê lli gundewarê başûrê-rojavayê navçeyê zêde bûn.

Dewleta Tirk a dagirker hîna çavên wê têr nebûne, hîna jî dixwaze axa herêmê dagir û parçe bike.

Ji ber li Eyn Îsayê yek bi dû yekî de diperpitin, dewleta Tirk û çeteyên xwe, berê topbên xwe didin deverên din ên herêmê.

Duh derengiya şevê jî, artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe, êrîşî gundên Goziliyê û Til Leben ên li başûr-rojavayê Til Temirê yên li beramberî rêya M4 kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiva êrîşên dagirkeriyê da û li ser vê bersivdayînê şer derket û di encama wê de, şervanan erebeyeke leşkerî ya çeteyan rûxand.

Çeteyan her wiha gundê Derdara yê heman navçeyê bi hawan û obusan topbaran kir.

Li gel êrîşên domdar ên li ser herêmê, Ajansa Nûçeyan ya ANHA’yê ragihand ku tevgereke zêde ya çeteyan li eniya başûr-rojavayê navçeya Til Temirê, piştî şerê duh niha tê dîtin…

Li gorî ANHAyê, ev tevger li gundên El-Erbeîn, Leylan û li baregeha dewleta Tirk a dagirker a li girê El-Amiriyê ne.

Eniyên şer li dijî herêmê, ne tenê li Til Temir û Eyn Îsayê ne, belê dewleta dagirker keysa xwe li her devera ewle tîne..

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku gundê Qertwêran ê li rojhilatî bajarê Babê, bi çekên navîn ji aliyê dagirker ve hat topbarankirin.

Li gorî çavkaniyê, dagirkeran ev topbaran ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir, pêk anî.

Back to top button