ŞERVANÊN QSD’Ê DERBASÎ KAMPA BAXOZÊ BÛN

Operasyona şervanên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên di Baxozê de dewam dike.
Çeteyên DAIŞ’ê bi hemû rêbazan hewl didin, deverên rizgarkirî vegerînin.
Çeteyan serê vê sibehê êrîş kirin û şervanan êrîş têk birin.
Li aliyekê din jî şervan derbasî Kampa Baxozê bûn.

Şervanên QSD’ê di cihekî teng de çeteyên DAIŞ’ê dorpêç kirine.

Ji lewre çete hewl didin vê dorpêçê bişkînin îcar êrîşan pêk tînin.

Nûçegihanê me ji Baxozê ragihand ku, çeteyan gelek êrîş pêk anî.

Lê belê şervan ji êrîşan re hişyar bûn û hemû hewldanên wan têk birin.

ŞERVANÊN QSD’Ê DERBASÎ KAMPA BAXOZÊ BÛN

Di heman wextê de, nûçegihanê me da zanîn ku, şervanên QSD’ê pêşketina xwe li milekî din domandin û ji aliyê bakur ve derbasî Kampa Baxozê bûn.

Li Baxozê û bi taybet di hindirê Kampê de şer di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de berdewam e.

Leave a Reply

Back to top button