Li Şêrewa çeteyekî Tirkiyê bi 7 guleyan êrîşî jineke Kurd kir

Li Efrîna dagirkirî binpêkirinên mafên mirovan û rêjeya hovîtiyê roj bi roj bilindtir dibin û herî dawî çeteyekî dewleta Tirk, bi guleyan êrîşî jineke Kurd kir.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku roja Pêncşemê çeteyekî dewleta Tirk, li gundê Biyê yê navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî, bi guleyan êrîşî jineke Kurd, dema ku diçû nanê xwe dianî, kir.

Li gorî Torê, navê jina ku çeteyê Tirkiyê bi 7 guleyan êrîşî wê kiriye, Hemîda Misto Emîn û dêya 2 zarokan e.

Heman çavkaniyê her wiha diyar kir, ji ber rewşa Hemîda gelekî xeter bû, ew ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hat rakirin.

Back to top button