DYA: Nakokî di navbera me û Tirkiyê de hene

Amerîka ragihand ku di navbera wan û dewleta Tirk de nakokî hene.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, ji ber kirîna Enqere ya çekên xweparastinê ji Rûsyayê, di navbera wê û Waşingtonê de nakokî derketine.

Blinken diyar kir ku ji ber kirîna Tirkiye pergala S-400 a Rûsî gelek pirsgirêk derketine û bang li Tirkiyê kir ku rêkarên pêwîst li hemberî van pirsgirêkan bigire.

Enqere li ser kirîna pergala S-400’î rijd e û Waşington jî dibêje, nabe bi ti awayî Tirkiye, mûşekên S-400 û Firokeyên F-35 bi hev re bi dest bixe.

Back to top button