Li Selahedînê leşkerekî Iraqî hat kuştin yek jî birîndar bû

Li parêzgeha Selahedînê, di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de, leşkerkî Iraqî hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Çavkaniyeke Ewlehî ya Iraqî ragihand ku komeke çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke leşkerî ya artêşa welat li navçeya Ebûd li rojhilatê parêzgeha Selahedînê kir û ji ber vê êrîşê, leşkerekî Iraqî hat kuştin û yek jî birîndar bû..

Li Enbarê 2 leşkerên Iraqî û 2 endamên Heşa Işairî hatin birîndarkirin

Çavkaniyeke din da zanîn ku li parêzgeha Enbarê jî di encama teqîna mayîneke ku li gundê Nazra hatibû çandin de, 2 leşkerên Iraqî û 2 endamên Heşda Işa’rî hatin birîndakirin.

Back to top button