KJK: Newroz bi biryardariya ji bo azadiyê hat pêşwazîkirin

Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistanê KJK’ê diyar kir, heta ku agahî ji Rêber Apo bê girtin û pergala êşkenceyê ya navdewletî ya Îmraliyê bê hilweşandin, têkoşînê bi rihê berxwedana Newrozê bênavber dewam bikin.
KJK’e li dijî vekişîna Tirkiye ji peymana Stenbolê jî, bang li jinan kir, ku xwe bêhtir birêxistin bikin.

Koordînasyona KJK’ê li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, Newroz û vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê daxuyaniyek weşand.

KJK’ê destnîşan kir ku di serî de jin, gelê Kurd û yên herêmê, li gel êrîşan, Newroz careke din bi têgihiştineke mezin pêşwazî kir û biryardariya ji bo azadiyê, sekna berxwedanê û hêza ku faşîzmê têk dibe, careke din hate nîşandan.

KJK: Heta agahiyê ji Rêber Apo bigirin divê em têkoşînê dewam bikin

KJK’ê anî ziman ku, heta agahî ji Rêber Apo bê girtin û pergala êşkenceyê ya navdewletî ya Îmraliyê bê parçekirin, divê bi rihê berxwedanê yê Newrozê têkoşîn bênavber bê meşandin.

KJK: Nêzîkatiya li peymana Stenbolê ji êrîşên li ser Rêber Apo cuda nîne

KJK eşkere jî kir ku “Nêzîkatiya desthilatdariyê ya li Peymana Stenbolê, divê ji êrişên li dijî Rêberê me û tevgera azadiyê ya Kurd cuda neyê nirxandin.”

KJK’ê diyar kir ku dewleta Tirk di kesayets Rêber Apo de dixwaze çavkaniya azadiyê ya jin û gelan biçikîne, dînamîkên berxwedanê yên tevgera azadiyê ji holê rake.

KJK: Li dijî êrîşan divê jin hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin

Ji ber vê KJK’ê bang li jinan kir ku li dijî êrişan hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin, bi ezmûn û tecrûbeya têkoşîna ji pêncî salî bi têgihiştina ‘gel ê rêxistinbûyî gelê azad bibe’ tev bigerin.

Her wiha kevneşopiya serweriya mêr têk bibin û welat, herêma xwe û cîhanê bi navê jinê rizgar bikin.

Back to top button