Saziyên Civaka Çzidî li Ewropa banga tevlîbûna çalakiyên şermezarkirinê kir

Saziyên Civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişand ser metirsiya li ser Şengalê û banga tevlîbûna çalakiyên şermezarkirinê kir.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El-Heq Qeys El-Xezelî jî ev peyam, wekî ‘Peymana xiyanetê’ bi nav kir û got divê çareseriyek rast were peydakirin.

Saziyên Civaka Êzîdî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişand ser metirsiya li ser Şengalê û hişyarî dan.

Saziyan diyar kir, piştî lihevkirina Bexda, Enqere û Hewlerê, ji 9’ê Cotmehê 2020’an ve û heta niha zextên Iraqê li ser rêveberiya Şengalê tûj bûne. Ev yek jî tê wateye ku dewleta Tirk a faşîst bi hikumeta Iraqê da qebûlkirin ku rêveberiyek xweser li Şengalê çênebe û ev yek bi hevkariya PDK’ê pêk tê.

Saziyên Civaka Êzîdî yên li Ewropayê bang li civaka xwe ya Êzidî, her wiha bang li hemû mirovahiyê kir ku li dijî vê dijberiyê rabin ser pêyan û dengê berxwedana Şengalê bilind bikin.

Her wekî saziyan got; divê tevlîbûna çalakiyên şermezarkirinê yên ku wê di 27’ê Adara 2021’ê li seranserî Almanyayê û 29’ê Adarê jî wê li gelemperiya Ewropayê li ber Balyozxaneyên Bilind ên Iraqê, pêk werin.

El-Xezalî: Mebesta peymanê ku gelê Şengalê dûrî axa xwe bikeve ye

Sekretereyê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El-Heq Qeys El-Xezelî jî li ser heman peymanê peyamek weşand û got:

“Pêkanîna peymana Şengalê tê wateya xiyaneta civaka Êzidî ku ji bo rizgarkirina Şengalê xwîna xwe rijandiye û mebesta wê ku gel ji xaka xwe dûr bikeve ye.

Eger ev peyman were pêkanîn, wê ji bo berjewendiyên Erdogan û aliyên dixwazin ku herêmê parçe û kontrol bikin, be”.

Qeys El-Xezelî di dawiyê de, ev peyam wekî ‘Peymana xiyanetê’ bi nav kir û piştrast kir ku divê çareseriyeke rast were peydakirin ku gelê Şengalê parastina bajarê xwe bikin.

Back to top button